Dêrazorê-Yekîtiya Dikanan 60 ton şekir wergirt

Saziya Newroz a Dêrazorê bi armanca pêşxistina rewşa jiyanî û piştgiriya xelkê herêmê 60 ton şekir û hezar û 500 madeyên xwarinê radestî Yekitiya Dikanan a rojhilatê Dêrazorê kir.

Yekitiya Dikanan a Rêxistinên Civaka Sivîl ya rojhilatê Dêrazorê beşa yekemîn a madeyên zemhêrê wergirt.

Made di Saziya Newroz de hate depokirin.

Dê piştre bi rêya hin dikanan, bi nirxên guncew bifroşin xelkê herêmê.

Li gorî yekitiyê ev made dê li 60 dikanan wek hev werin parvekirin.

Dê li rojhilatê Dêrazorê nirxê wan yek be û ji bazarê kêmtir be.

Wê di çend rojên bê de, dest bi frotinê were kirin.

Back to top button