Têkildarî çekên kîmyewî hewldanên avakirina dadgeheke navneteweyî

Însiyatîfa avakirina dadgeheke taybet têkildarî bikaranîna çekên kîmyewî dest pê kir.

Ji bo darizandina kes û aliyên ku çekên jehrî li seranserî cîhanê bi kar tînin xebat tên kirin.

Derdora 10 komên hiqûqî yên sûriyeyî û pisporên qanûnî yên navneteweyî, di nava 2 salan de, hewl dan bingehekê ji bo avakirina dadgeheke nû deynin.

Ji belgeyên ku Reutersê bi dest xistine, diyar dibe ku ji bo nîqaşkirina vê pêşniyarê û asta bikêrhatina wê ya siyasî, qanûnî û ji bo fînansekirina wê, di navbera pisporên gelek dewletan de civîn li dar ketine.

Yek ji kesên di însiyatîfê de, parêzer Îbrahîm El Ulebî got, herî kêm dîplomatên ji 44 dewletan tevlî nîqaşan bûne û beşdariya hinekan li ser asta wezaretan bûn.

Însiyatîf di salvegera qurbaniyên êrişên kîmyewî de hate destpêkirin.

Lihevkirina dewletan li ser forma peymanê yan jî lihevkirinê dê gava 2’mîn be.

Li gorî Reutersê, parêzerê brîtanî û endamê Komîteya Qanûnên Navneteweyî ya NY’ê Dapo Akande got:

Dema Dadgeha Cezaya Navneteweyî nekare erkê bi cih bîne, ev dadgeh dê şûna wê bigire.

Back to top button