Li Kobanê tevgerên Çand û Hunerê konserek li darxistin

Li Rimêlan û Kobanê ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan çalakiyek hunerî jî hebûn.
Li Kobanê konserek hate dayîn.
Li Rimêlan jî xwendekar û hunermendan bi çalakiyekê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Li Kobanê Tevgera Kevana Zêrîn û Navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido ji bo piştgiriya pêngava azadiya fîzîkî ya Rêber Apo konserek li dar xist.

Konser bi durişma”em ê bi hemû hunera xwe tecrîdê têkbibin û Rêber Apo di warê fîzîkî de azad bikin” pêk hat.

Li Rimêlan ji bo piştgiriya pêngava azadiya Rêber Apo çalakiyek hat li darxistin

Li Rimelan jî ji bo piştgiriya pêngava “Ji Rêber Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî” Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê çalakiyeke hunerî li darxist.

400 xwendekarên keç û keç tevlî çalakiyê bûn.

Endamê Tevgera Çand û Hunera Mezopotamyayê Simko Cûdî axivî û got:

“Em weke endamên çandê û ciwan,em sozdidin piştgiriya pêngava ji bo azadiya Reber Apo bikin, heta ku armancên xwe yên piratîk pêk bînine.

Back to top button