Artêşa Azerbeycanî êrîşî herêma Nacorno Qere Baxê kir

Artêşa Azerbeycanî êrîşî deverên sivîl ên herêma Nacorno Qere Bax a digel Ermenistanê binakok e, kir.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Başniyan da xuyakirin ku wan bersiv da vê êrîşê û 2 firoke û 3 balafirên bêpîlot ên Azerbeycanê anîn xwarê.

Başniyan li ser hesabê xwe yê Facebookê da xuyakirin ku artêş aniha rewşê kontrol dike.

Ev êrîş, piştî ku serokkomarê Tirkiyê Erdogan amadebûna welatê xwe ji bo parastina maf û xaka Azerbeycanê ragihandibû, tê.

Back to top button