Çeteyên dewleta Tirk a dagirker baregehên hikûmeta Şamê yên li başûrê Idlibê bombebaran kirin.
Çavdêriya Sûrî da xuyakirin ku çeteyan baregehên li Kefernubil, Hezarîn û hin nuqteyên li Cebel El-Zawiyê topbaran kirin.
Çavdêriyê her wiha destnîşan kir ku çeteyan baregehên hikûmeta Şamê yên li Sehil El-Xabê jî topbaran kirin û ti agahî der barê ziyanan de tune ne.
Li gorî heman çavkaniyê, duh di dergeha Keferlosîn a bakurê Idlibê re, 15 maşîneyên leşkerî yên Tirkiyê derbas bûn.