PAJK: Şehadeta têkoşeran hişt ev meh li Kurdistanê bibe bîngeha jiyanê

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn a PAJK’ê bi peyamekê şehîdên meha Gulanê û şehîd hozan Mizgîn bi bîr anîn û diyar kir ku “Di roja me ya îro de li Kurdistanê di hemû helbest, stran û kilaman de şopên hevrê Mîzgîn hene.”

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn a PAJK’ê bi boneya 11’ê Gulanê ‘Roja Bîranîna Şehîdên Çand û Hunerê’ bi peyamekê hozan Mizgîn û şehîdên meha Gulanê bi bîr anîn.

PAJK’ê di peyama xwe de diyar kir ku şehîdên şoreşger meha Gulanê bi xwîna xwe av da û bi xwîna wan gulên Gulanê vebûn.

PAJK’ê got:

Di dîroka têkoşîna me de, di vê mehê de, qehremanên şehîd ji bo azadiya mirovahiyê, bedelên giranbuha dane. Di serî de şehadeta şehîd Hozan Mîzgîn, Hakî Karer, Halîl Çavgun, Mehmet Karasungur, Îbrahîm Bîlgîn hiştin ku ev meh li Kurdistanê bibe bingeha jiyana nû.

PAJK’ê anî ziman ku şewazê şehadeta van hevalan li hemberî têkoşîna azadiyê tirsa desthilatdaran nîşan dide û di heman demê de di vê mehê de qehremanên şoreşger, Denîz Gezmîş, Yusuf Arslan, Hûseyîn Înan bi silogana ‘Bijî biratiya gelê Kurd û Tirk’ ber bi bidarvekirinê ve meşiyan û gihîştin şehadete.

PAJK: Hozan Mizgîn kesayeteke pêşeng bû û li çanda kevnar xwedî derket

PAJK’ê destnîşan kir ku hozan Mîzgîn, di bin dorpêça dijmin de têkoşîn û fedayîtî nîşan da û wiha domand:

Hozan Mîzgîn bûye kesayeteke pêşeng, hunermend li ziman û çanda kevnar xwedî derketiye.

Heval Mîzgîn li hember qirkirina çandî, sekneke dîrokî ye.

Bi hezaran jin bi navê Mizgînê ber bi refên azadiyê ve meşiyan.

Tevgera Çanda Jinên Kevana Zêrîn a PAJK’ê anî ziman, ew ê şopdarên pêşengên mîna Mizgîn bin û bi van gotinan peyama xwe bi dawî kir:

Di serî de hemû hunermendên Kevana Zêrîn, hunermend û rewşenbîrên din, em bang dikin ku bi şêwazê derwêş û zanyaran, bibin deng û nunerê çanda jiyana azad.

Back to top button