Mûşekeke “Hûsiyan” bi ser Me’ribê de ket, birîndar hene

Berbanga îroj “çekdarê Hûsî” êrîşeke bi mûşekan bir ser parêzgeha Me’ribê li rojhilatê Yemenê û di encamê de qurban hene.

Ajansa fermî ya nûçeyan ya Yemenê ragihand ku “hêzên Hûsî” mûşekek bi ser Me’ribê de berda û bi vê yekê, ev dibe mûşeka 5 ku “Hûsî” di nava hefteyekê de davêjin.

Li gorî çavkaniyê, mûşeka balistî ya “Hûsiyan” bi ser avahiyên sivîlan de ket û di encamê de herî kêm 7 kes bi giranî birîndar bûn.

Avêtina vê mûşekê, hemwextî şerê dijwar ên li derdora heman parêzgehê tê.

Artêşa Yemenî daxuyand ku hêzên wan kemîneke asê ji “çekdarên Hûsî” re li rojavayê Me’ribû veda û tê de endamên 2 dewriyên wan hatin kuştin û birîndarkirin.

Back to top button