Sedûn Xelef Qaso yek ji şahidên komkujiya Şengalê ye..
Ew dibêje:
“Me bawer nedikirin ku peşmerge me bihêlin û birevin, lê mixabin reviyan.”
Xelef Qaso fikrê Rêber Apo weke dîtina ronahiyê pênase kir û got:
“Êdî Êzidî ne Êzidiyên berê ne, bûne xwedî hêz û kes wê nekaribe li ser me fermanan bîne.”
Dema çeteyên hov ên DAIŞ’ê êrişî Şengalê kirin, bi hezaran revandin, kuştin û ferman bi ser civaka Êzidî de anîn.
Yek ji şahidên vê fermanê şêniyê ji Şengalê Sedûn Xelef Qaso ye.
Sedûn wê demê bûye şahidê xiyaneta PDK’ê û berxwedana Gerîla, YPG û YPJ’ê û wê rojê wiha bi bîr tîne.
Sedûn Xelef Qaso: Me bawer nedikir ku pêşmergeyên PDK me bihêlin û birevin
Ew dibêje:
“Em ne li bendê bûn ku peşmergyên PDK’ê me bihêlin û birevin.
Lê mixabin pêşmerge reviyan.”
Sedûn Xelef Qaso: Tenê gerîla û hêzên Rojava bi hawara me ve hatin
Xelef Qaso da zanîn ku di wê komkujiyê de tenê gerîla û hêzên Rojava bi hawara wan ve çûn.
Sedûn Xelef Qaso: Guhertina di Şengalê de ji bo me bû ronahî
Ev kes demekê li Rojavayê Kurdistanê dimîne, paşê diçe Zaxo ya Başûrê Kurdistanê.
Li wir 3 mehan di kampan de dimîne û piştî ku Şengal tê rizgarkirin, li cih û warê xwe vedigere.
Xelef Qaso balkişand ser pêşketinên li Şengalê jî û got ” Êdî em ne weke berê ne, em xwedî hêz in.”