Buroya Enerjiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî hişyarî da ku eger qutkirina ava Firatê bidome, wê bobelatekeke mirovî û jingehî rû bide.
Serokê Buroyê ragihand ku ji ber daketina rêjeya avê, bendava Tişrînê ji xeimzetê derketiye û eger dewam bike wê ya Firat jî were rawestandin.
Welat Derwîş eşkere kir ku 90% ji xelkê Bakur û Rojhilatê Sûrî kehrebê ji bendavan werdigirin û bi kêmbûna rêjeya avê re, wê kehrebe jî nemîne.
Buroya Enerjiyê: 400 hezar hektar ji zeviyên çandiniyê bandor bûne
Her wiha da zanîn jî, qutkirina ava Çemê Firatê bandor li 400 hezar hektarên zeviyên çandiniyê kiriye û dê bobelateke mirovî û jingehî rû bide.
Li ser mijarê, Serokê Buroya Enrejiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûrî Welat Derwîş ji Ronahî TV re axivî.
Welat Derwîş: Qutkirina avê bandor li av, kehrebe û çandiyên kiriye