Mezlûm Ebdî: Em ji bo bipêşxistina rêveberiyê li ser 3 xalên sereke dixebitin

Mezlûm Ebdî Fermandarê Giştî yê QSD’ê eşkere kir ku ew li ser pêşxistina Rêveberiya Xweser kar dikin û dê 3 aliyên wê yên sereke hebin. Ebdî dît ku yekkirina biryarên hemû dezgehên Rêveberiyê pêwîstiyek e. Her wiha teqezî li ser rakirina hemû astengiyên li pêşiya danûstandinên PYNK û ENKS jî kir.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî teqez kir, ew ê bi Rêveberiya Xweser re, li ser pêvajoyek pêşxistinê ya berfireh kar bikin; ku xwedî bingehine qayim û pêşketineke lezgîn û rasteqîn bin.

Mezlûm Ebdî Yekşemê di civîna Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser de amade bû û îşaret bi van her sê xalên sereke ji bo pêşxistinê kir:

Divê piştgiriya deste, komîte û buroyên Rêveberiya Xweser bê kirin da biryara wan bike yek.

Ji bo avakirina civakê û bi taybet di warê dadmeniyê de, pêwîstî bi zelabûnekê heye.

Divê hevjiyan û biratiya gelan xurttir bibin û ji bo xurtkirina têkiliyên pekhateyên herêmê divê hîna bêhtir kar bê kirin.

Ebdî behsa rewşa siyasî, leşkerî li herêmê jî kir û daxuyand ku piştevaniya Koalisyona Navnetewî bi Rêveberiya Xweser û QSD’ê re dê berdewam bike, da hemû şaneyên DAIŞ’ê bên tunekirin û ji nû ve herêmê bê avakirin.

Fermandarê Giştî yê QSD’ê îşaret bi operasyonên li dijî şaneyên DAIŞ’ê li herêmê kir û bi bîr xist ku tevî têkbirina DAIŞ’ê, lê hîna li hin deveran hewl dide xwe jinûve bi rêxistin bike.

Li ser vê jî Ebdî teqez kir ku QSD’ê bi hevkariya Koalîsyonê rê li ber wan digire.

Mezlûm Ebdî: Em piştevaniya hevdîtinên navbera aliyên Kurdî dikin

Têkildarî aloziya Sûrî jî, Mezlûm Ebdî destnîşan kir ku ti asoyên çaraserkirina aloziyê li azmên li ba nabin û ev bi nekarîna aliyên derve û civînên Cinêv û Soçiyê ve girêda û dît ku beşdarbûna Rêveberiya Xweser bo çi pêvajoyeke siyasî, dê çareseriyê bi xwe re bîne.

Fermandarê Giştî yê QSD her wiha piştgiriya xwe bi hevdîtinên ENKS û PYNK re nîşan da û teqezî li ser rakirina hemû astengî û berdewamkirina hevdîtinan heta gihştina encamên erênî kir.

Back to top button