Li Efxanistanê, 3 endamên hêzên ewlekariyê di encama teqînekê de hatin kuştin.
Li herêma Baktiya ya rojhilatê Efxanistanê, erebeyeke bombebarkirî teqiya û di encamê de 3 endamên hêzên ewlekariyê hatin kuştin û 19 sivîl birîndar bûn.
Li gorî berdevkê parêzerê herêmê, vê teqînê hêzên ewlekariyê dikir armanc û ziyaneke mezin gihîşt bazar û dikanên derdorê.
Heta niha ti aliyekî berbirsyariya teqînê negirtiye ser xwe.
Ev teqîn di demekê de tê ku duh hikumeta Efxanî û tevgera Talîbanê, li ser nexşerêyeke aştiyê û rawestandina şer, lihevkirinek ragihand.