“Amerîka dê hejmara diplomatên xwe yên li Iraqê kêm bike”

Bi zêdebûna tengijînê di navbera Îran û DYA’yê de, ya dawî hewl dide hejmara diplomatên xwe yên li Bexdayê, kêm bike.

Li gorî Rojanameya Amerîkî “POLITICO” ku xwe spartiye berpirsên Wezareta Derve ya Amerîkî, di demên pêş de wê hejmareke endamên baylozxaneya Amerîkî ya li Bexdayê were kêmkirin.

Li gorî heman çavkaniyê, dibe ku ev yek demkî be.

Ev yek di wextekî de tê ku, êrîşên komên Îranî yên li ser hêzên Amerîkî yên li Îraqê zêde bûne û dibe ku Tehran tola kuştina zanayê xwe Fexrîzadeh hilde.

Back to top button