Li herêma bêçek şer-6 Sivîl hatin kuştin

Li Herêma qaşo bêçek şerê di navbera hêzên hikumeta Şam û çeteyên dewleta Tirk a dagirker dewam dike.
Di êrişên hêzên hikûmetê yên li dijî Idlibê 6 kes hatin kuştin.
Bîlançoya kuştiyên êrişa bi dronan a li Humsê jî gihaşt 130 kesî.

Şerê dijwar yê ku hêzên hikûmeta Şamê û balafirên şer yên Rûsyayê li dijî herêma bêçek dayî destpêkirin di roja 4’an dewam dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku di êrişên li dijî Idlibê de 3 ji wan zarok 6 sivîl hatin kuştin û gelek kes jî birîndar bûn.

Çeteyên Fetih El-Mûbîn bi moşekan herêmên di bin kontrola hêzên hikûmeta Şamê yên li rojavayê Hemayê û başûrê Idlibê bombebaran kir.

Di encama êrişa li başûrê Idlibê de leşkerekî hikûmeta Şamê hate kuştin.

Hums-Hejmara kuştiyên hikumeta Şamê ya di êrişa li Humsê de gihaşt 130 kesî

Li ser êrişa bi dronan a li Humsê ya li dijî şanhiya pîrozbahiya derçûna efserên hikûmeta Şamê 3 roj derbas bûn.

Çavdêriya Sûrî eşkere kir ku bîlançoya kuştiyan zêdetir bûn û hejmar gihaşt 130 kesî.

Back to top button