Li Reqayê yekemîn Kargeha Oksîjenê hat vekirin. Hêza hilberandinê ya kargehê di saetê de 40 metrekab e.
Xebatên avakirina kargehê ji 14`ê Sibatê de dest pê kiribûn û ji bo wê komîteyek ji bijîşk û endeziyaran hatibû diyarkirin.
Îro bi beşdariya şêniyên Reqayê û endamên saziyên sivîl û leşkerî Komîteya Tenduristiyê navenda oksijîne vekir.
Hevseroka Meclisa Sivîl Hêvîn Îsmaîl vekirina kargehê pîroz kir û got:
“Ji bo peydakirina pêdeviyên tenduristî ji bo gelê me, em ê li gorî derfet û hêza xwe xebatên xwe bidomînin.”
Di merasîma vekirina kargehê de Hevserokên Meclisa Reqayê endamên Komîteya Tenduristiyê xelat kirin.
Ev kargeh li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştî kargeha oksîjenê a li Dêrazorê û herêma Cizîrê kargeha sêyemîn e.