PYD: Erka me ya herî girîng azadiya Rêber Apo ye

PYD′ê jî bi boneya salvegera komploya navnetewî diyar kir erka wan ya herî sereke û girîng pêkanîna azadiya Rêber Apo ye.

Partiya Yekitiya Demokratîk-PYD bi wesîleya Komploya Navnteweyî ya 9′ê Cotmeha 1998′an daxuyaniyek da û hêzên komploger şermezar kir.

Di daxuyaniyê de hate gotin,

“Komplo di çarçoveya plana qirkirina Kurdan de hate kirin.

Komploya navneteweyî di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî gelê Kurd, tevahî hêzên demokratîk û aştîxwaz hate kirin.

Em azadiya Rêber Abdullah Ocalan wekî girîngtirîn erkên xwe dibînin.”

PYD’ê bang li civata navneteweyî, NY û rêxistinên mafên mirovan kir ku dawî li tecrîdê bînin.

Bang li gelê Kurd û gelê herêmê jî kir ku ji bo pêkanîna azadiya Rêber Apo têkoşîna xwe bilind bikin.

Back to top button