TEV-DEM: Divê têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo bê mezinkirin

TEV-DEM’ê di salvegera 25’an a komploya navnetewî de bang li hêz û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku têkoşîna ji bo azadiya Rêber Apo mezin bikin.
Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê û YJA Starê jî bi heman armancê banga mezinkirina berxwedanê kirin.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera komploya navnetewî ya 9’ê Cotmehê daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hêzên komploger hatin şermezarkirin û wiha hate gotin,

Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Abdullah Ocalan ku 9`ê Cotmeha 1998`an dest pê kir û bi dîlgirtina wî di 15`ê Sibata 1999`an de dewam kir, şermezar kir.

TEV-DEM’ê diyar kir armanca komployê tunekirina têkoşîna azadiyê a gelê Kurd û rêgirtina li çareseriya demokratîk û aştiyane bû.

Di daxuyaniyê de bal hate kişandin li ser tecrîda ku 25 sal in bê navber dewam dike û hate diyarkirin hêzên komploger hê jî bi israr hebûna gelê Kurd înkar dikin.

TEV-DEM′ê bang li hemû hêz û gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku ji bo azadiya Rêber Apo têkoşîn û berxwdanê mezin bikin.

“Ji bo azadiya Rêber Apo divê berxwedan bê mezinkirin”

Girtiyên PKK û PAJK’î bi heman armancê daxuyanî dan.

Di daxuyaniyê de hêzên komploger hatin şermezarkirin û şehîdên ku li dijî komployê bedena xwe şewitandin hatin bibîranîn.

Hate diyar kirin, armanca hêzên komploger ew bû, rêber Apo ku buye ronahiya jiyana azad ya gelê Kurd û mirovahiyê ji Sûriyê derxin û tune bikin û wiha hate gotin:

“Dema ku hewldanên tasfiyeyê bê encam man, vê carê di 15’ê Sibata 1999’an de radestî dewleta Tirk hat kirin û birin êşkencexaneya Îmraliyê.

Lê gelê me li her derê li Rêber Apo xwedî derketin û gotin, “Bê Serok Jiyan Nabe.”

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku 25 sal in Rêber Apo li Îmraliyê li dijî Komploya Navneteweyî berxwedaneke mezin nîşan dide û wiha hate dawî kirin;

Ji bo şikandina tecrîdê û ji bo azadiya Rêber Apo bê misogerkirin, divê hîn zêde berxwedan û têkoşîneke xurtir bê kirin.

YJA Star: Komplo di şexsê Rêber Apo de li dijî jinan hate kirin

Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê jî bi daxuyaniyekê hêzên komploger şermezar kir û berxwedana Rêber Apo silav kir.

Di daxuyaniyê de hate diyar kirin Rêber Apo bi fikir bi tecrûbeya xwe ya têkoşînê êşkencexaneya Îmraliyê veguherand dergahekê, bi paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê, li ber modernîteya kapîtalîst rabû û hat gotin;

“Hêzên hegemon li Îmraliyê tecrîda giran xistin dewrê, di şexsê Rêbertî de konsepteke êrişê ya mezin dan destpêkirin.”

YJA Starê destnîşan kir Rêber Apo hişt ku jin xwe nas bike, bi artêşbûn û îdeolojiya azadiya jinê xwe bi pergal bike û got,

“YJA Star bi hişmendiya ku komploya li ser Rêbertî komploya li dijî jinan e, li dijî komploya navneteweyî têdikoşe.

Em ê di sala 26. a komployê de azadiya Rêbertiya xwe pêk bînin.”

Back to top button