Meşa dirêj a li Fransayê di roja duyem de didome

Meşa dirêj a ku ciwanan ji bo azadiya rêber Apo li Fransayê dest pê kirine di roja xwe ya duyem de dewam dike.

Meşa dirêj ku bi pêşengiya Tevgera ciwanan ên li Ewropayê li bajarê Sierentzê dest pê kir li bajarê Mulhouseyê di roja duyan de didome.

Îro li navenda bajarê Mulhouseyê ji nû ve li hev civiyan. Her wiha çalakvanên antîfaşîst jî tevlî ciwanan bûn.

Ciwanan ku beşdarî meşê bûne tîşortên bi nivîsa “Bi îradeya ciwanên Apoyî em ê Rêber Apo azad bikin” li xwe kiribûn.

Hate diyarkirin ku di dema meşê de bi keviran êrişî ciwanan hate kirin.

Çalakger ji bo demekê ji aliyê polîsên Fransayê ve hatin astengkirin.

Piştî astengiya nîv saetê, ciwanan bi qîrîna dirûşma “Apoyî tên” meşa xwe domandin.

Back to top button