Serokê Filistînê Ebbas: Ji bo parastina nasnameya me divê berxwedana gel a aştiyane berfireh bibe

Serokê Filistînê Mahmûd Abbas got, “Ji bo parastina hebûn û nasnameya xwe divê berxwedana gel a aştiyane bê berfirehkirin.”

Mahmûd Abbas di vekirina Civîna Serdema 31’emîn a Konseya Navendî ya Rêxistina Rizgariya Filistînê (PLO) ya ku li Ramallaha Şerîaya Rojava hat lidarxistin de axivî.

Ebbas diyar kir ku divê hemû rewşa heyî ji nûve bê nirxandin û bal kişand ser girîngiya parastina gelê Filistînê û berjewendiyên wan.

Serokê Filistînê bal kişand ku nepêkan e ku peymanan bi awayekî yekalî bên cîbicîkirin û wiha got,

“Dawamkirina têkiliyan bi aliyê Îsraîlê re nikare bibe alternatîfa çareseriya siyasî ya li ser bingeha rawakirina navneteweyî.”

Mahmûd Abbas kêfxweşiya xwe ji rapora Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya li ser rejîma apartheid a Îsraîlê nîşan da û ev yek weke gaveke girîng bi nav kir.

Ebbas li ser banga xwe ya ji bo konferansa aştiyê ya navneteweyî dubare kir û îşaret bi pêwîstiya parastina navneteweyî ji bo gelê Filistînê.

Eniya Rizgariya Gel a Filistînê (PFLP), Tevgera Înîsiyatîfa Neteweyî ya Filistînê (El-Mubadera), Eniya Gel a Rizgariya Filistînê-Fermandariya Giştî û Rêberên Şerê Rizgariya Gel (Saika) bi hinceta ku bêyî lihevkirineke neteweyî hatine girtin civînên li ser mijarê boykot dikin.

Back to top button