Însiyatîfa Têkoşîna li dijî dagirkerî û qirkirina jinan qetilkirina hersê fermandaran şermezar kir

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan a ji bo aştî û ewlehiyê hedefgirtina fermandar Jiyan Tolhildan, Roj Xabûr û Barîn Botan şermezar kir.

Însiyatîfa Têkoşîna li dijî Dagirkerî û Qirkirina Jinan daxuyanî da û gotin:

“Em dibînin ku ew fermandarên şerê DAIŞ`ê kirine, dike hedef.

Van jinan, zemîneke xurt a yekitiya jinan ava kir û tola jinên Êzidî, Asûr û Ereb hilanîn.

Di daxuyaniyê de hate gotin: “Ev êriş û binpêkirin di nava bêdengiya saziyên navneteweyî, hiqûqî û di nava bêhelwestiya hêzên garantor ên li herêmê wekî Koalîsyona Navneteweyî û Rûsya tên kirin.

Însiyatîfê di daxuyaniyê de soza berdewamkirina têkoşîna li hember dagirkerî û qirkirina jinan da.

Di daxuyaniyê de însiyatîfê bang li saziyên hiqûqî, mirovî kir ku erkên xwe yên mirovî û hiqûqî bi cih bînin.

Back to top button