Ji bo kirîna Tirkiyê ya pergala S-400 ji Rûsyayê, Meclisa Senatoran a Amerîkî zagonga ku serok Donald Trump neçar dike ku cezayan li ser Tirkiyê feriz bike, erê kir.
Li gorî malpera Al-Monitor a Amerîkî, endamên Meclisa Senatoran bi hemû dengên xwe guhertina ku senatorê Komarî Adam Kinzinger û senatora demokrat Abigail Spanberger weke parçek ji projeya qanûna nûnertiya parastina salane, erê kir.
Adam Kinzinger di dema pêşkêşiya projeyê di heftiya borî de wiha gotibû:
“Tirkiyê hişyarên NATO’yê ku pergala S-400 ji Rûsyayê nekire weke nebihîstî didît.
Divê em bidin xwiyakirin ku kiryarên Tirkiyê wê bê ceza derbas nebe.”