Li kampa Holê qonaxa 3’mîn a operasyona “Mirovî û Ewlehiyê” di roja 2’an dewam dike.
Di roja 2’an de, gelek amûrên leşkerî, kolandinê, xendeq û jêrzemîn hatin dîtin.
Asayîşê diyar kir ku di operasyonê de heta niha 21 kesên bi şaneyên DAIŞ’ê re hevkarî dikin, hatin girtin.
Duh li kampa Holê qonxa 3’mîn a operasyona “Mirov û Ewlehiyê” hate destpêkirin.
Qonaxa 3’mîn di roja 2’an li beşê 5’an dewam dike.
Li beşê 5’an yê bi navê “Muhacîrat” bi hezaran ji jin û zarokên DAIŞ’ê ji zêdetirî 50’î welatiyên cîhanê lê dimînin.
Di roja 2’an de hêzên beşdar, xebatên lêgerînê li heman beşî dewam dikin.
Li kampa Holê gelek amûrên leşkerî û xendeq hatin dîtin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn di lêgerînê de, gelek amûrên kolandinê dîtin.
Amûrên Birek û kuştinê jî ku jinên DAIŞ’ê zarokan li ser perwerd dikirin hatin dîtin.
Her wiha tonel, xendeq û çenteyên leşkerî jî hatin dîtin.
Hate ragihand ku 80% yê beşê 5’an ango beşê “Muhacîrat” hatiye paqijkirin.
Asayîş: Heta niha di qonaxa 3. de 21 kesên hevkarê DAIŞ’ê hatin girtin
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayişa Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkildarî qonaxa 3’emîn a Operasyona Mirovî û Ewlehiyê daxuyaniyek parve kir.
Di daxuyaniyê de hate gotin:
“Hêzên me li beşa muhecîrat a kampa Holê, 4 mayîn desteser kirin, 2 xendeqên din dîtin û 21 kesên bi şaneyên DAIŞ’ê re hevkar jî hatin girtin.”
Ferhad Şamî: Xeteriya kampa Holê ji ya girtîgeha Sînaa ne kêmtir e
Girêdayî mijarê berpirsê Navenda Ragihandinê ya QSD’ê Ferhad Şamî diyar kir ku xetereya kampa Holê ji ya girtîgeha Sînaa ne-kêmtir e û got:
“Piştî kuştina serçeteyê bi navê Ubeyd EL-Iraq, şaneyên DAIŞ’ê di nav kampê de xwestin êriş bikin.
Rêbaza tevgera zarokên DAIŞ’ê di kampê de, êrişên wan ên bi keviran, çêkirina listîkên xwe ji şûr û amûrên şer, îsbat dike ku ew di pêşerojê de wê bibin xeteriyeke mezin e.”