Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek belav kir. Her wiha HPG’ê bi daxuyaniyeke cuda nasnameya 5 gêrîlayên ku di sala 2021’an şehîd bûne êşkere kir. HPG’ê sersaxî ji malbatê şehîdan û gelê welatparêz re xwest û soza bilindkirina têkoşînê da.
Tevî ku gêrîlayên azadiya Kurdistanê li ser banaga KCK’ê di pozîsyona parastinê de artêşa Tirk a dagirker êrişan didomîne.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî êrişan daxuyaniyek da.
Di daxuyaniya HPG’ê de hate gotin:
“5’ê Adarê çeperên me yên berxwedanê yên li Sîdayê carekê bi çekên qedexekirî hatin bombekirin.
Di heman demê de çeperên berxwedanê yên li Çemço û derdora Çemê Lolanê yê li Xakurkê 12 caran bi obus, tank û çekên giran hatin bombekirin.”
HPG’ê nasnameya 5 gêrîlayên şehîd eşkere kir
Li aliyê din HPG’ê 5 gerîlayên ku sala 2021’ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bû bi rêzdarî bi bîr anî.
HPG’ê sersaxî ji malbatên şehîdan û gelê Kurdistanê yê welatparêz re xwest.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkildarî gerîlayên şehîd bûne ev agahî da:
“Dewleta Tirk a qirker dixweze bi tasfiyekirina Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê hêviyên gelê me bişikîne.
Di vê pêvajoya giran a şer de hevrêyên me Eser, Şoreş, Raman, Dildar û Zana fedakariyeke mezin kirin.
Rê nedan êrişên dijmin û di demên cuda de şehîd bûn.
Hevrêyên me bi sekneke xurt a fedaî ji ciwanên Kurdistanê re bûne mînak.
Di serî de malbatên hêja yên şehîdan, serê tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz sax be.”
Agahiyên girêdayî nasnameya gêrîlayên şehîd bûne wiha ne:
Nasnav: Eser Savaş Nav paşnav: Cahîde Şahîn Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn Navê Dayik: Şîrîn Navê Bav: Huseyîn Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Şoreş Germiyanî Nav paşnav: Mûhammed Kerîm Cihê jidayikbûnê: Germiyan Navê BavDayik: Zînet Navê Bav:Kerîm Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Raman Zagros Nav paşnav: Fexreddîn Nîgmetî Cihê jidayikbûê: Sine Navê Dayik: Hamîde Navê Bav: Nasir Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Dildar Rojava Dayik-Bav: Seîd Îbrahîm Cihê jidayikbûnê: Reqa Navê Dayik: Besê Navê Bav: Mihemed Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |
Nasnav: Zana Amed Nav paşnav: Felat Seyfettîn Huseyîn Cihê jidayikbûnê: Hesekê Navê Dayik: Cîhan Navê Bav: Seyfettîn Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê |