
Ji 19 Mijdarê ve dewleta Tirk li pêş çavê cîhanê herêmê topbaran dike.
Îro jî gundên herêmê rastî êrişan hatin.
Îro 9 rojin bê navber dewleta Tirk a dagirker êrişî herêma bakur û rojhilatê Sûriyê dike.
Mîn her roj, îro jî gundên Şehba, Koban, Minbic û Cizîr rastî topbaranê hatin..
Gundên Şehba, Minbic û Til Temr hatin topbarankirin
Artêşa Tirk a dagirker gundê Bênê yê navçeya Şêrawa ya Efrîna dagirkirî û gundê Şêx Îsa yê Şehbayê bi çekên giran topbaran kir.
Tenê di nava 24 saetên dawî de, 19 gund û deverên navçeyên Şera û Şêrawa û kantona Şehbayê bi 545 topan, topbaran kirin.
Di topbarana li ser gundekî Şera de 3 leşkerên hikumeta Şamê jiyana xwe ji dest dan.
Gundên Cat û Masî yên dikevin bakurê rojhilatê Minbicê bi obîsan hatin topbaran kirin..
Her weha gundên navçeya Til Temir jî rastî êrişan hatin.
Artêşa Tirk û çeteyên wê gundê Gozeliyê yê rojavayê navenda navçeya Temirê, da ebr topan.
Gunên Girê Spî, Eyn Îsa û derdora navçeya Til Rifat jî bûn hedefa dagirkeran.
Duh jî 19 gundên herêmê hatin topbaran kirin.