QSD: Îdiayên şehîdxistina 5 şervanên me ne rast in

Êrişên dargirkeriya Tirk li dijî herêmê dewamin. Dagirkeran îro car din gundê teyba yê navçeya Eyn Îsayê bi çekên giran topbaran kir. Her weha navenda ragihandinê ya QSD’e jî îdiayên dewleta Tirk yên şehîdbûna 5 şervanên wan derewand.

Êrişa Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ser gundê Teyba yê navçeya Eyn Îsayê di seatên nîvor de pêk hat.

Heman demê, tevgera balafirên biçûk ên dewleta Tirk li ser gundewarê rojavayê Girê Spî a dagirkirî jî hebû.

Li aliyê din dewleta dagirker îdia dike ku wan di rojên 1 û 5’ê Adarê de, 5 şervanên QSD’e şehîd xistine.

Têkildarî van îdiayan, navenda ragihandinê ya QSD’e li ser hesabê xwe yê Twitterê daxuyaniyek parve kir û got: “Wezareta Berevaniya dewleta Tirk a dagirker îdia kirine ku wan di rojên 1 û 5’ê Adarê, 5 ṣervanên me ṣehîd xistine.

Ev îdiayên wan ne rast in.”

Back to top button