Çeteyên li Efrîna dagirkirî ji xwe re rewşa erdhjê firsetek dîtin û dizî û talana xwe berfirehtir kirin. Ji roja erdhejê û heya vê gavê, çi alîkariyên ku ji mexdurên erdhejê re rên, çete didzin.
Hate diyarkirin ku ev kon piştî wergirtine wan hatin vedan û dîmen jê re hatin kişandin da ku ji rêxistinên mirovî û navnetewî re bidin diyarkirin ku li mexduran belav dikin.
Lê di rastiyê de, ev kon ku ev 2 rojin hatine vedan, duh di encama bablîsokê de firiyan û diyar bû ku kes tê de tune ye.
Aloziya li herêmên dagirkirî
Her wiha îro bi dehan şêniyên Babê li dijî Meclisa Xwecihî ya girêdayî dewleta Tirk xwepêşandanek li darxistin.
Di xwepêşandanê de şêniyan banga başkirina rewşa jiyanî û ewlehiyê li Meclisê kirin.