Li Fransa şewat, 5 jê zarok 10 kes mirin

Li herêmek Lyon a Fransayê agir bi avahiyeke 7 qatî ket.
Di encamê de 5 jê zarok 10 kes mirin.

Şewata ku serê sibeha Înê li Vaulx-en-Velin ku sêyemîn taxa herî mezin a bajarê Lyonê ye derket bû sedema felaketekê.

Şewata ku serê sibê saet di 03.00’an de ji qata jêrîn bilind dibû, di demeke kin de gihîşt qatên jor.

Li gor tespîtên despêkê di şewata ku 5 jê zarok 10 kes mirin.

Tîmên agirkujiyê ku xwe gihandin herêmê dest bi derxistina welatiyan ji nava avahiyê kir.

Hat diyarkirin ku di şewatê de 4 jê giran 14 kes birîndar bûne.

Di xebatên ku 170 endamên îtfaiyeyê kar dikirin de, 2 kes birîndar bûn.

Derbarê sedema şewata ku bi temamî hat vemirandin de ti agahî nehat dayîn.

Back to top button