HPG’ê: Li Zap, Metîna û Avaşînê 8 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîlayan li herêmên Zap, Metîna û Avaşînê li hêzên artêşa Tirk a dagirker xistin.
HPG’ê daxuyaniyek da û diyar kir di çalakiyên tîmên bi tevger yên gerîlayan de 8 leşkerên Tirk ên dagirker hatine kuştin.
HPG’ê ragihand li Girê Amediyê yê Metîna jî derb li helîkopterekê hate xistin.
Her wiha hat diyar kirin qadên gerîla 15 caran bi çekên kîmyewî hatin bombebaran kirin.
Li aliyê din jî hat ragihandin xebatên çêkirina rê ya hêzên PDK’ê ya ber bi Girê Amediyê bi armanca pêşîvekirina dagirkeriyê dewam dikin.

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê şerê li başûrê Kurdistanê de daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev agahî parve kir;

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Avaşînê 29’ê Tebaxê li Qada Werxelê tîmên me yên bi tevger derb li kepçeyeke dagirkeran xistin ku dixwest rê çê bike. Li ser vê destwerdanê dagirker neçar man çêkirina rê rawestînin.

Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Savaş Mereş a Cenga Xabûrê de 29’ê Tebaxê li Girê Amediyê a bi ser herêma Metîna tîmên me yên bi tevger ji sê aliyan li hêzên dagirker xistin ku dixwestin ber çeperên şer yên Şehîd Sîpan ve werin.

Di encama çalakiya baskê yekemîn de 3 dagirker û di çalakiya baskê duyemîn de jî 3 dagirker hatin kuştin. Di çalakiya baskê sêyemîn de jî bi çekên giran derb li çeperên dagirkeran hate xistin.

Dîsa heman rojê li Girê Hekarî di encama çalakiya bi rêbaza sekvaniyê ya tîmên bi tevger ên YJA Starê de dagirkerek û li Girê Cûdî jî dagirkerekî din hatin kuştin.

HPG’ê: Li girê Amediyê derb li helîkoptereke skorsky hate xistin

Heman rojê li Girê Amediyê derb li helîkoptereke skorsky hate xistin ku dixwest dagirkeran li qadê dayne. Li ser vê destwerdanê helîkopter neçar me ji qadê dûr bikeve.”

HPG’ê: Artêşa Tirk a dagirker 15 caran bi çekên kîmyewî qadên gerîla bombebaran kirin

Navenda Ragihandinê û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir 29’ê Tebaxê artêşa Tirk dagirker 15 caran bi çekên kîmyewî û bombeyên nukleer, 23 caran bi helîkopteran, 13 caran bi balafirên şer û bi dehan caran jî bi obus, hawan û çekên giran qadên gerîla bombebaran kirin.

HPG’ê: Li girê Amediyê xebatên çêkirina rê ya PDK’ê ji bo pêşîvekirina dagirkeriyê didome

Her wiha navenda Ragihandinê ya HPG’ê derbarê tevgera PDK’ê ya li herêmê de jî ev agahî parve kir;

“Xebatên çêkirina rê ya hêzên PDK’ê ya ber bi Girê Amediyê bi armanca pêşîvekirina dagirkeriyê dewam dikin. Hêzên PDK’ê û hêzên artêşa Tirk a dagirker bi hevre ewlekariya vê riyê digirin û bi hevre tevdigerin.”

Back to top button