Ebdulbasit Elî: Elî Memlûk dixwaze di nav gelan de fitneyê çêbike û em QSD’ê bernadin

Serokê Meclisa Rûspiyan a Dêrazorê şêx Ebdulbasit Elî diyar kir ku ramca serdama Elî Memlûk ew ku fitineyan di navbera kurd û ereban de derxîne û şerekî navxweyî li Herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî ava bike.

Serokê Meclisa Rûspiyê Êlan a Dêrazorê şêx Ebdulbasit Elî ragihand ku bi hezaran ji ciwanên Dêra zorê cihê xwe di nava QSD’ê de digirin, her wiha bi hezaran zarokên me da ku bajarê xwe ji DAIŞ’ê rizgar bikin şehîd bûn.

Ebdulbasit Elî diyar kir ku êdî QSD’ê bûye parçeyek ji wan, û bi serdanên bi vê rengî Rêjîma Sûriyê nikare me ji QSD’ê qut bike.

Şêx Ebdulbasit Elî Serdana Elî Memlûk wek fitneyê bi nav kir û diyar kir ku eşîrên bi Memlûk re civiyan e nûnertiya me nakin, û kes nikare şûna me biryaran bistîne.

Şêx Ebdulbasit Elî destnîşan kir ku ew bi QSD’ê re ne û ji bo çareseriya aloziya sûriyê ew bi diyaloga sûrî-sûrî re ne.

Serokê buroya Ewlehiya Neteweyî ya rejîma Sûriyê Elî Memlûk, 5`ê Kanûnê bi hin êlên Ereb ên herêma Cizîrê re civiya, û ji wan xwest ku ciwanên xwe ji nava QSD’ê vekşînin.

Leave a Reply

Back to top button