DYA keştiya xwe ya herî bilez USNS Yuma şand Derya Reş

Li Derya Reş bi zêdebûna aloziya navbera Ukrayna û Rûsyayê re, li Derya Reş av germ dibe. DYA jî keştiya xwe ya herî bilez USNS Yuma ya veguhestinê şand Deryaya Reş.

Piştî keştiya Îngilistanê HMS Defender qeza kir, keştiyên welatên endamên NATO ji bo tetbîqata Bayê Deryayê ya 2021 ketine rê.

Di daxuyaniya ku ji hêla Fîloya 6. a DYA ve hat dayîn de, diyar kir ku keştiya veguheztina bilez USNS Yuma ber bi Derya Reş ve ket rê.

Li gorî daxuyaniya li ser hesabê Twîtter yê Fîloya 6. ve hatiye parvekirin de wiha tê gotin:

“USNS Yuma ji bo hevkariyê bi hevalbend û hevkarên me yên NATO re diçe bakurê Deryaya Reş”

Tetbîqata “Bayê Deryayê” ya ku salane pêk tê, 28’ê Hezîranê despê kiribû.

Tetbîqata wê heta 10’ê Tîrmehê dewam bike.

Ji bo tetbîqatê, ji 24 welatan, 32 keştî, 40 balefir û helîkopter û 5 hezar leşker başdar bûne.

Tetbîqat di warê bejahî, noqîvanî, tevgera deryayî, parastina esmanî û hêzên taybet di nav de, di gelek waran de tê meşandin.

Rûsya jî vê yekê bi baldarî dişopîne û weke provakasyonê binav dike.

Back to top button