Êrişên dewleta Tirk a dagirker ya li ser herêman Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê navber didome.
Dagirkeriya Tirk îro careke din gundekî Şehba topbaran kir.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Nêrebiyê yê herêma Şehbayê topbaran kirin.
Di êrişa li ser Şehbayê de welatiyek birîndar bû
Dewleta Tirk a dagirker doh jî gundê um el Ebed ya herêma Şehbayê, gundê çatê yê li bakurê bajare Minbicê dikeve bi obîs û hawanan tobaran kir.
Heman wextê Dewleta tirk a dagirker derdora navçeya Til Rifat jî topbaran kir.
Welatiyek bi navê Mustefa semo birîndar bû û zirarên maddî gihîşt herêmên navborî