Hêzên Asyîşê li Dêra Zorê çeteyekî hikumeta Şamê girtin

Hêzên taybet yên Asayîşê li rojavayî Dêrezorê endamekî şaneyên xirabkaran girtin.

Navenda ragihandinê ya hêzên Asayişê ragihand ku hêzên wan yên taybet li rojavayî Dêrazorê Çeteyekî bi ser hêzên hikûmeta Şamê ve girtin.

Derbarê mijarê de Asayîşê li ser malpera xwe ev agahî parve kirin:

“27’ê Sibatê hêzên me bi operasyoneke taybet, çeteyekî metirsîdar ku xebatên xerabkirinê li herêmê dikir girtin.

Di dema serdagirtina hêzên me de çateyê ku rextî teqemeniyê li xwe kiribû, gule berda hêzên me û şer derket.

Piştî demekî ku bêye ku zirarek bigihîje hêzên me ew çete birîndar bû hat girtin.”

Li gorî daxuyaniy klaşînkovek, 3 rextên teqemeniyê û gelek alavên leşkerî yên din bi çete re hatin girtin.

Asayîşê diyar kir ku ji bo aramî û ewlehiya herêmê ew ê xebatên xwe bidomînin û bang li welatiyan kir ku li hember van kesan hişyar bin û tevgerên bi guman ji navendên Asayişê yên herî nez re ragihînin.

Back to top button