Li Awûstûryayê planan komkujiya DAIŞ’ê hat astengkirin

Li paytexta Awûstûrya Viyanayê zêdeyî 3 çeteyên DAÎŞ’ê hatin girtin.
Hate îdîakirin DAIŞ’iyên hatin girtin, li Viyana û welatên cuda yên Ewrûpayê komkujî plan dikirin.

Li gorî îdîaya ajansa nûçeyan a Awûstûryayê (APA), amadekariya komkujiyeke li navendên Noelê di kêliya dawî de hate astengkirin.

Di nûçeya ajansa navborî de hate ragihandin ku kesên ji Çeçenistanê ku amadekarî dikirin ku li navenda Noelê ya li Viyanayê êrişê pêk bînin hatin girtin.

Hate diyarkirin ku temenê kesên hatine girtin di navbera 24 û 31 salî de ne.

Li gorî agahiyan yek ji wan dema dixwest biçe Sûriyeyê hate girtin û hîn jî di girtîgehê de ye.

Di nûçeya ajansa Awûstûryayê de hate gotin ku ew kes bi rêya telefonê têkilî bi her du çeteyên Çeçen re danîne.

Her du kesên din ên plana komkujiyê dikirin dawiya hefteyê hatin girtin.

Hate îdîakirin ku çeteyên DAIŞ’î wê li bajarê Salzbûrg ê Awûstûryayê, li Almanya, Fransa yan jî Luksembûrgê êriş pêk anîba.

Leave a Reply

Back to top button