Talîban li cihê pereyan wê Gemin bide

Li Efxanistanê, krîza aborî bi her cureyê xwe dide nîşandan.
Talîban ya ku kontrola welat xistiye destê xwe ji bo demkî çaresekirina van pirsgirêkan li rêbazan digere.
Herî dawî hikumeta Talîbanê ragihand ku despêkê li Kabulê ew ê ji bo 2 mehan “Projeya di berdêla Kar de Genim” pêk bînin.

Talîban îdia dike ev rêbaz ji bo dîtina kar ji bêkaran re ye.

Di berdêla karê rojekê de wê 10 kîlo ji bo karkeran were dayîn.

Ji bo mihendisan jî wê 16,5 kîlo were dayîn.

Talîban li wê yekê mikur hat ku rewaş li welat ber bi aloziyê ve diçe.

“Projeya di berdêla Kar de Genim” wê tevî paytext Kabul li 34 parêzgehan pêk were.

Tê îdia kirin ku di depoyên Efxanistanê de 55 hezar ton genim heye.

Di dema despêkirina projeyê de rêveberên Talbanê jî amade bûn.

Li aliyekî din, ji Neteweyên Yekbûyî NY ji bo rewşa li Efxanistanê hişyarî hat.

NY hişyarî da: Di zivistana îsal de wê birçîbûn li ber derî be

Li ser mijarê Bernameya Xwarinê ya Cîhanê ya NY û Rêxistina Çandiniyê ya Cîhanê daxuyaniyeke hevpar dan.

Rêxistinan hişyarî dan ku 22,8 milyon mirov ku ji nîvê zêdetirê nifûsê ye, ger tevdîr neyên girtin wê di zivistanê de wê birçîbûn li ber derî be.

Back to top button