Li bajarê Efrînê yê dagirkirî motorsîklêtek teqiya, di encamê de 4 kes birîndar bûn. Di nav wan de çeteyên dewleta Tirk a dagirker hene.
Doh motorsîklêtek li nêzî Çerxerêya Newroz a li bajarê Efrînê yê dagirkirî teqiya.
Li gorî agahiyên ku Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihandiye, di encamê de 4 kes birîndar bûne.
Di nav de zarokek û 2 çeteyên dewleta Tirk a dagirker hene.
Her wiha zirarên madî li cihê teqînê çêbûne.
Rêxistinê diyar kir ku çeteyên “polîsa leşkerî” zarokê birîndar revandine û tawanbar kirine ku wî û kesek din motorsîklêta bombebarkirî, danîne cihê teqînê.
Li herêmên dagirkirî tevliheviya ewlehiyê serwer e ku teqîn û pevçûn di navbera çeteyên dewleta Tirk de rû didin.