Li Dêra Zorê mazot li cotkaran hat belavkirin

Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta niha ji sedî 80 ji parên yekemîn a mazota avdanê li cotkarên gundewarên rojhilatê kantona Dêrazorê belav kir.

Hevserokê Komîteya Çandiniyê ya Meclisa Rojhilat a Dêrazorê Ehmed El Salim diyar kir ku heta, niha ji sedî 80 mazot hatiye belavkirin.

Endamê Komîteya Çandinê ya bajarokê Hecînê Mihemed El Ewad da zanîn ku bi armanca piştgiriya cotkaran mazot a ji bo çandiniyê bi bihayekî guncaw tê belavkirin.

Cotkarê bi navê Merwan Mistefa El Mihemed anî ziman ku belavkirina para yekemîn a mazotê ya ji bo avdanê hinekî dereng maye.

El Mihemed di dawiyê de got:

“Piştgiriya saktora çandiniyê û dabînkirina mazotê li herêmê pêwîstiyek e, ji ber destekê dide berhemdana çandiniyê.”

Back to top button