Leyla Guven: Ocalan bi gotineke xwe bandorê li milyonan kesî dike

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca polîtîkayên AKP’ê yên li dijî Kurdan rexne kirin û diyar kirin heta ku pirsgirêka Kurd çareser nebe li Tirkiyeyê krîz bi dawî nabin.

Her du kesayetan diyar kirin ku kengî deriyê Îmraliyê hat vekirin wê demê wê çareserî pêkan be.

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven rêya sêyemîn a Ocalan û polîtîkaya hikumeta AKP’ê ya li dijî kurdan nirxandin.

Leyla Guven diyar kir ku her roj tecrîd kirina li ser Rêber Ocalan girantir dibe û dewleta tirk bi vê rengî hewl dide gelê kurd ceza bike.

Guven destnîşan kir ku kesayeta Ocalan xwedî bandorek mezin e, bi gotinekê dikare milyonan kesî bixe tevgerê.

Leyla Guven hevdîtina dawî ya Mihemed Ocalan bi Rêber Ocalan bi bîr xist û ragihand ku Ocalan carek din îradeya xwe ji bo aştî û çareseriyê teqez kir.

Leyla Guven: Pirsgirêka Kurd çareser nebe, krîz bi dawî nabe

Guven diyar kir ku di bingeha krîzên siyasî û aborî yên li Tirkiyeyê de pirsgirêka Kurd heye û got,

” Baş zanin dema pirsgirêka Kurd çareser bû wê pirsgirêkên din jî çareser bibin.

Sedema herî girîng a niha neçareserî ye. Krîzên li Tirkiyeyê di pirsgirêka Kurd de asê dibin.

Heta ku rewş asayî nebe, heta ku bi Kurdan re li hev nekin ti pirsgirêk çareser nabe.”

Hevseroka KCD’ê Leyla Guven di dawiya nirxandina xwe de ragihand ku erkê wan ê sereke ew e ku peyam û fikirên Ocalan li tevahî Rojhilata Navîn belav bikin.

Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Fekeknas Uca:
Bi destwerdana derve Efrogan nikar xwe ji aloziyên hundir xlaske

Di heman çarçoveyê de Parlamentera HDP’ê ya Êlihê Feleknas Uca jî diyar kir ku bi destwerdana derve Dewleta Tirk nikare xwe ji aloziya polîtîk, dîplomatîk û aborî ya hindirî tirkiyê biparêze.

Uce ragihand ku çareserî li Îmraliyê ye. Dema ku deriyên Îmraliyê bên vekirin wê li Tirkiyeyê zemîna jiyanek azad û demokratîk bê avakirin.

Back to top button