Duran Kalkan: 14’ê Tîrmehê mîrateyeke mezin afirand

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bi wesîleya salvegara 14’ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Netewî nirxandin kir.
Duran Kalkan diyar kir ku qedera ku li ser Kurdan dihat ferzkirin bi Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’yan hate têkbirin.

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Dûran Kalkan bandora dîrokî ya berxwedana 14’ê Tîrmehê Roja Rûmetê ya Netewî li ser Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê û mîrateya wê ji ANF’ê re nirxand.

Duran Kalkan şehîdên berxwedêr a 14’ê Tîrmehê bibîranî û ev tişt anî ziman:

“Berxwedêr xwedî hişmendiyeke gelekî kûr a dîrokê bûn”

“Hevrêyên li zindanê li ber xwe dan, kadroyên PKK’ê, pêşengên PKK’ê xwedî hişmendiyeke gelekî kûr a dîrokê ne.

Rêber Apo li ser vê bingehê perwerde kiribû, amade kiribû.

Ev pêvajoya ku ji destpêkê ve hate afirandin, bi guhertina paradîgmayê re veguherî xet, felsefeyeke dîrokî ya nû.”

Kalkan: Qedera li ser Kurdan hatiye ferzkirin bi berxwedana 1982’yan têk çû

Duran Kalkan diyar kir qedera ku li ser Kurdan dihate ferzkirin bi Berxwedana Zindanê ya Mezin a 1982’an hate têkbirin û wiha got:

“Bi berxwedaneke mezin re bawerî, îrade û biryardariyeke mezin a ji bo serketinê hate afirandin.

Divê mirov Berxwedana 14’ê Tîrmehê ji rêzê nenirxîne.

Bi rojan, mehan, her kêlî, her saetê mayina di navbera jiyan û mirinê de tenê bi hişmendiyeke bilind, berpirsyariyekê û baweriya bi serketinê dibe.

Van hevrêyan ev yek bi ser xistin.

Rûmeta Kurdan ji nû ve bi dest xistin, dan qezenckirin û rêya bidestxistina rûmetê nîşan dan.”

Duran Kalkan dazanîn ku 14’ê Tîrmehê bandoreke mezin li ser herkesî kir, hişt ku her kes li ser riya rast bimeşin û ji qelsiyê xilas bibin, di vê wateyê de mîrateyeke mezin afirand.

“Divê em ruhê 14’ê Tîrmehê rast fêm bikin û li gor wê têbikoşin”

Kalkan bang li her kesî kir ku li gor vê ruhê têbikoşîn û wiha bidawî kir:

“Pêwîste ew rast were fêm kirin û bi serfirazî were sepandin. Jiyan û pêkanîna wê xetê pêwîst e. Eşkere ye ku ev serketin bi xwe re tîne.

Ev 41 sal in wisa ye, dê di sala 42’yan de jî wisa be.

Wê di her kêliyê de, di her salvegerê de nûbûn û zindîtiya xwe bi hêztir biparêze.

Ez diyar dikim ku di sala 42’yan a berxwedanê de em ê xeta berxwedanê ya fedaî ya 14’ê Tîrmehê hê rasttir fêhm bikin û bi rengekî serketî bi cih bînin.”

Duran Kalkan: Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê 41 salin rê nîşanî me didin

Back to top button