Duran Kalkan: Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê 41 salin rê nîşanî me didin

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan balkişand girîngiya meha Tîrmehê diyar kir ku li dijî Lozanê ku 24 ‘ê Tîrmehê çêbû, berxwedaniya herî mezin 14 û 19’ê Tîrmehê pêk hatin û got:
“Xet û ruhê fedayî ya 14’ê Tîrmehê bi di Şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê de bi beden dibe û wateyê xwe dibîne”

Endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Duran Kalkan di bernameyê de bi boneya salvegera 14’ê Tîrmehê û şoreşa Rojava ya 19’ê Tîrmehê jî nirxandin kir.

Duran Kalkan şehîdên mezin a berxwedanê hevrê Mehmet Xeyrî Durmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek bi bibîranî û got:

“Hevrêyên me yê berxwedêr 41 salin rê nîşanî me didin. Terz, taktîka têkoşînê ya PKK’ê derxistin holê.

Di şert û mercên zehmet de nîşan dan ku bi têkoşînê dikarin bi serbikevin.”

Duran Kalkan: Ruhê 14’ê Tîrmehê bi Gerîla ve gihiştiye lûtkeyê

Duran Kalkan da zanîn ku gerîla li dijî siyaset û zihniyeta qirker mêtinger a Peymana Lozanê xeta fedayî û ruhê 14’ê Tîrmehê dewr girt û yekîtiya çalakiya leşkerî û siyasî ya herî xurt pêş xist û ev nirxandin kir:

“Rojiya Mirinê ya Mezin a 14’ê Tîrmehê çalakiyeke wiha ye ku darbeya herî mezin Peymana Lozanê da.

Niha gerîlayê ku ev zihniyet û siyasetê perçe kiriye, bi pêşengiya berxwedana Îmraliyê li ser esasê paradîgmaya nû pêşengiya têkoşîna demokrasî û azadiyê dike.

Xet û ruhê berxwedana fedayî ya 14’ê Tîrmehê gerîlayê ku li Zap, Avaşîn, Metîna û li çar parçeyê Kurdistanê têkoşînê dide meşandin jiyan dibe û temsîlkirin.”

Duran Kalkan: Şoreşa 19’ê tîrmehê Lozan bê wate kir

Duran Kalkan balkişand girîngiya meha Tîrmehê diyar kir ku li dijî Lozanê ku 24 ‘ê Tîrmehê çêbû, berxwedaniya herî mezin 14 û 19’ê Tîrmehê pêk hatin û got:

“Şoreşa Rojava li dijî qirkeriya Lozanê pengaveke girîng bû.

Bi şoreşa 19’ê Tîrmehê ve Lozan bê wate bû.

Di rastiyê de xet û ruhê fedayî ya 14’ê Tîrmehê bi di Şoreşa Rojava de bi beden dibe û wateyê xwe dibîne.

Em bi hêvî ne, bi awayek rêxistinkiri, ev pêngava azadiyê wê bidome û pêş bikeve.”

“Berxwedêrên 14’ê Tîrmehê rêya serkeftinê destnîşan kirin”

Back to top button