Li Hollanda û Kanadayê ciwanan tecrîd şeremezar kirin

Ciwanên kurd li Hollanda û Kanadayê li dijî tecrîda girankirî ya li dijî Rêber Apo tê meşandin çalakiyek li dar xistin.

Bi pêşengiya koordînasyonên Tevgerê Ciwanên Kurd li Ewropayê TCŞ û TêkoJIN çalakî hat li dar xistin.

Çalakçî bi sirûda Çerxa Şoreşê destpê kir.

Di çalakiyê de daxwaza azadiya Rêber APO hate kirin.

Çalakgeran bang li ciwanên şoreşger ên li Ewropayê kir ku di çarçoveya pêngava “Cenga azadiyê bi ser bixin” ji bo Rêber APO dakevin qadan.

Her wiha li bajarê Toronto yê Kanadayê, endamên TCŞ’ê li Navenda Civaka Kurd a Demokratîk li hev kom bûn.

Piştre li navenda bajêr kaxizên bi nivîsa “Azadî ji Rêber Apo re” daliqandin

Back to top button