Li Şengalê li dijî tecrîdê meşek hat lidarxistin

Xelkê Şengalê gef û tecrîda li dijî Rêber Apo bi meşeke girseyî şermezar kirin.

Meş bi kombûna gel li ber avahiya Şaredariya nehiya Sinûnê destpê kir.

Meş heya çar rêya Mam Zekî dewam kir.

Li vir li ser navê Rêveberiya Xweser a Şengalê Rîham Hiço axivî.

Rîham Hiço di serîde gef û tecrîda li Îmraliyê şermezarakir û got:

“Ev zêdetirî dû salin tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin, ev gumanan çêdike.

Herî dawî hate zanîn ku li ser rêbertî xeterî heye û gefa jehrîkirinê li wî têkirin.”

Berdevka Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê Sara Botan jî li vir got:

“Em wek ciwanên Êzidî gefên li ser rêber Apo têne kirin, bi tu awayî qebûl nakin. ”

“Divê kesek tecrîda li dijî Rêber Apo qebûl neke”

Endama Koordînasyona TAJÊ’ê Rîham Hiço jî bertek nîşanî tecrîdê da û wiha axivî:

“Ev zêdetirî dû salin tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin, ev gumanan çêdike.

Herî dawî hate zanîn ku liser rêbertî xeterî heye û gefa jehrkirinê li wî têkirin.

Divê kes vê qebûl neke û hemû mirovahî li Rêber Apo xwedî derkevin.”

Berdevka Yekitiya Ciwanên Êzdîxanê Sara Botan jî got ku îro dema şikandina tecrîda li ser Rêber Ocalane û ji bo azadiyê mezinkirina têkoşînê ye.

Xelkê Mexmûrê li dijî gef û tecrîda li dijî Rêber Apo meşiyan

Back to top button