PYD’ê li Lubnanê polîtîkayên dewleta Tirk şermezar kir

Partiya Yekîtiya Demokrat li Lubnanê Polîtîkayên dewleta Tirk li dijî Rêber Apo şermezar kirin.

Ji bi şermezarkirina gefa kuştina Rêber Apo PYD’ê li Lubnanê daxwiyaniyek da.

Bi dehan Endamên Partiyê di daxwiyaniyê de amade bûn.

Di daxwiyaniyê de hat gotin:

“Tişta ku niha dewleta Tirk li dijî Rêber Apo dide meşandin qet nayê qebûlkirin.

Em van kiryarên hovane yên dewleta Tirk şermezar dikin.

Dijmin ji bo destkeftiyên me li her qadên tune bike vê siyasetê dide meşandin.”

PYD’ê da zanîn ku tişta li dijî Rêber APo tê kirin, ti eleqeya xwe bi mirovahiyê re nîne.

Ev yek li dijî hemû qanûn, destûr û peymanên navneteweyî û Peymana Mafên Mirovan e.

PYD’ê dawiya daxwiyaniyê ev bang kir..

“Divê her kes li hemberî polîtîkayên hovane û tecrîda ne hiqûqî rabin.

Pêwîste rêxistinên mafên mirova zextê li vê rejîma mêtinger bikin da ku tecrîdê bi dawî bike.”

Sabrî Ok: Tecrîd berdewamiya polîtîkaya qirkirina Kurdan e

Back to top button