Sûcên hovane dijî jin û zarokan li Efrîna dagirkirî

Hemû hêzên serdest li ser vîna jinan çembereke asteng dane çêkirin û herî zêde jinên ku di herêmên dagirkirî de dijîn rastî vê yekê tên. Ji destpêka sala 2023’an de li Efrîna dagirkirî 2 zarok û 12 jin hatine kuştin, 19 jin û 2 zarok hatine revandin û destdirêjî li zarokekê hatiye kirin.

Ji kuştin û revandinê bigrin heta destavêtinê, her rêbazên hovane li hemberî jinan hatin bikaranîn û hê jî dewam dikin.

Ev rewşa jinan li herêmên ku ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hatiye dagirkirin e.

Di herêmên dagirkirî de hemû rengên îşkenceyê li jinan tên kirin û jiyana wan di nava xeterê de ye.

Ji 18’ê Adara 2018’an ve, Efrîn a ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat dagirkirin, veguheriye navenda sûcên li dijî mirovahiyê.

Di nava 5 salan de şopa jinan a ji dîrokê ve lê hebû hat guhertin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê daneyên kuştin û revandina jinan li kantona Efrînê ya dagirkirî di nava sê mehên sala 2023’an de aşkera kir.

Rêxistina Mafên Mirovan diyar kir ku artêşa dewleta tirk a dagirker 2 jin û 2 zarok li Efrînê kuştine û navên wan wiha ne;

Ezîze Îbrahîm (41), Semîra Elwan (3), Fatme Elwan (9),

Her wiha navê jineke kuştî jî nehate zanîn.

Rêxistinê piştrast kir ku 12 jin jî hatine revandin û got:

Ji roja dagirkirina Efrînê ve 84 jin hatine kuştin.

Zêdetirî hezar jin hatine revandin û bûyerên destdirêjiyê gihaştine zêdetir 70 bûyeran.

Tora Çalakvanên Efrînê bîlançoya sûcên meha Sibatê yên dewleta Tirk û çeteyên wê li Efrînê eşkere kir.

Li gorî vê di mehekê de:

25 kes di nav de 7 jin, 3 kesên temen mezin û 2 zarok hatin revandin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand:

“Çeteyekî Sultan Silêman Şah (El Emşat) detsdirêjî li zarokek 10 salî kir.

Zarok ji navçeya Şiyê ya Efrinê ye.

Dema zarokek û dayîka wê bi xwe re dibir Efrînê, di nava bexçeyên di rê de destvaêtiyê..”

Ev bûyer hêrseke mezin a gel derxist.

Back to top button