Xelkên Şengalê: Emê xwe bi pêkanîna fikrê Rêber Apo re biparêzin

Nûnerê Saziyên Gel ên Şengalê tecrîd şermezar kirin û diyar kirin ku wan bi saya Fikrê Rêber Apo xwe naskirine û wê xwe bi fikrê Rêber Apo biparêzin.

Derbarê azadiya fizîkî ya Rêber Apo de endam û rêveberên meclisên gel yên Şengalê nêrînên xwe anîn ziman.

Endamê Meclisa Zorava ya Şengalê Nemir Pûko tecrîd şermezarkir û got:

“Bi xwedî derketina Rêber Apo ya ji Şengalê re, me rêya fikrê azadiyê naskir,

niha gelê Şengalê dizane ku fikrê Rêber Apo rêya gihiştina azadiyê ye.”

Hevserokê Meclisa Zorava Mirad Şengalî daxuyakirin ku wan bi Fikrê Rêber APO xwe naskirine û ev nirxandin kir:

“Me bi saya fikrê Rêber Apo hêza xwe da ava kirin, saziyên jin û ciwanan, navendên ku xizmeta gelê me dikin me dan avakirin.

Her kesekî li ser fikrê Rêber Apo xwe rêxistin bike û karê xwe bide meşandin, ewê rêbertî jî wisa azad bibe.”

Endamê Meclisa Guhbel Siwarî Xidir jî diyar kir ku ew bi saya pergala Netewa Demokratîk ku fikrê Rêber Apo ye xwe ji fermanan xilas bikin

Back to top button