Pervîn Buldan: Emê AKP’ê bişînin

Ji hilbijartina ku wê 14’ê gulanê li Bakurê Kurdistan û Tirkiyê pêkwere re çend roj maye
Partiya Çepên kesk li Bajarê weke Manîsa, Bursa û Dîlokê mîtîng li darxist û di mîtîngan de peyama hevpar azadiya fîzîkî ya Rêber APO û têkbirina faşîzma Erdogan derket pêş

Partiya çepên kesk di çarçoveya hilbijartinê de li bajarê Tirkiyê Manîsayê mîtingek li dar xist.

Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Bûldan, di mîtîngê de axivî û ev tişt anî ziman:

“Em ê êdî yekîtiya xwe ava bikin..

Ji bo em ji xizanî, betalî û birçîbûnê xilas bibin dema şandina AKP’ê hatiye.

Dem hatiye, an em şer an jî aştiyê tercih bikin.

Em ê terciha xwe li alî aştî û demokrasiyê bi kar bînin”

Di mîtînga Bursayê de banga azadiya Rêber Apo derket

Partiya Çepên Kesk, li bajarê Bûrsayê jî mîtîngek li dar xist.

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar, Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayîp Temel û Başak Demîrtaş tev li mîtîngê bûn.

Di mitîngê de herî zêde daxwaza ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo hat nîşandan.

Di mitîngê de namzetê parlementeriyê yê Stenbolê Cengîz Çîçek axivî û got:

“Dê heya 14’ê Gulanê alayên wan neyên xwarê û dê fîşa ampûlê bê kişandin.”

Tayîp Temel: Li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye

Cîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP’ê Tayîp Temel jî destnîşan kir ku dê hesabê hemû komkujiyan bipirsin û got:

“Em dizanin ku zilma li ser gele Kurd bi tecrîda Îmraliyê dest pê kiriye.

Dibêjin ku dewletê hevdîtin bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re kiriye.

Em parlementer dibêjin, li Îmraliyê hevdîtin tune ye, tecrîd heye.

Çîxdem: Em ê meseleya Kurdî bi muxatabên wan re çareser bikin

Hevberdevka Partiya Çepên Kesk Çîgdem Kiliçgun Ûçar destnîşan kir ku desthilat meseleya kurd ji nedîtî ve tê û got:

“Deklerasyona ku Abdullah Ocalan di 2013’an de şand hê jî bi me re ye.

Ev deklerasyon dikare bê pêkanîn.

Şandina vê desthilatê ku şer li gelan ferz dike, di deste me de ye.

Çareseriya vê jî ew e ku Partiya Çepên Kesk bi awayekî bihêz biçe meclîsê.”

Ahmet Turk: Em ê pêşerojê bi gelan re ava bikin

Partiya Çepên Kesk, li Dîlokê jî mîtîng li dar xist.

Siyasetmedarê Kurd Ahmet Turk di mîtînga Dîlokêde avivî û destnîşan kir ku ew di pêvajoyeke dîrokî re derbas dibin û got:

“Ev siyaseta ku 40 sal in li hemberî gelê Kurd tê kirin, wê di 14’ê Gulanê de bi dawî bibe.

Wê gavê wê aştî û aramî bê. Em hêvî dikin ku wê 14’ê Gulanê ji bo hemû gelan bibe destpêkeke nû.”

Li bajarê Erzeromê êrişê mîtînga CHP’ê hate kirin

Back to top button