AKP li Şirnexê bi dengê polîs û leşkeran pey lîstikan e

Desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ku têk diçin li bajarê şirnexê dek û dolaban xistiye meryetê
Hat ragihandin ku partiya Erdogan AKP”ê li Şirnexê plana ku leşkeran bibe ser sindoqan xistiye dewrê

Midûrê Giştî yê Emniyetê Mehmet Aktaş ku waliyê Şirnexê yê berê ye di hilbijartina xwecihî ya 31’ê Adara 2019’an de 11 hezar leşker veguhezandibû ser sindoqan.

Niha jî heman hişyarî tên dayîn ku tê gotin AKP dîsa leşker û polîsan bibe ser sindoqan.

AKP her tiştî li Herêma Botanê ji xwe re vediguherîne fersendê û li pey dek dolaban e. Mehmet Aktaş di hilbijartinên xwecihî de Waliyê Şirnexê bû.

Niha jî Midûrê Giştî yê Emniyetê ye. Aktaş û parlamenterê AKP’ê yê Şirnexê Rizgin Bîrlîk bi hev re leşker û polîsan wek welatiyên şirnexê qeyd dikin da ku denê wan bikar bînin.

Her du kesan ji bo AKP’ê bi hezaran leşkeran li kargehan, axûran û avahiyên kavil wek hilbijêr qeyd kir.

HDP’ê li dijî vê yekê îtîraz kir, lê Desteya Hilbijartinê ya Bilind îtîraza HDP’ê red kir.

HDP”ê bang li xelkên Şirnexê kir ku li dengê xwe û sandoqan xwedî derkevin

Pervîn Buldan: Emê AKP’ê bişînin

Back to top button