Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê gihişt Bexdayê

Wezîrê Derve yê Rûsyayê li gel şandeke bilind a welatê xwe gihîşt Iraqê..
Dê bi her sê serokatiyên Iraqê re bicive.
Ji îro ve civînên wî dest pê dikin..
Tê çaverêkirin, lihevkirin di navbera Bexda-Moskowê de bê îmzekirin.

Duh Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov bi serdanekê gîhîşt Iraqê..

Şanda pê re ji kesên dîplomat, nûnerên kompanyayên petrol û gazê û hilberîneran pêk tê.

Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Iraqê Ehmed El Sehaf ragihand ku wezîrê karên derve yê Rûsyayê gihaşt Bexdayê.

El Sehaf diyar kiribû ku serdan di çarçoveya pêşxistina rola Iraqê de di koordînekirina têkiliyên herêmî û navneteweyî de pêk tê.

Lavrov îro civînên xwe li Bexdayê destpê dike..

Dê bi Cîgirê Serokwezîr û Wezîrê Derve Fuad Hisên re jî bicive.

Back to top button