Li Eyn Îsa civînek hat lidarxistin

Gelê herêmê li dijî tecrîda li ser Rêber Ocelan rojan di nava çalakiyan de ne ..
Di vê çarçoveyê de li Eyn Îsayê ,Dêrazorê û Reqayê çalakî û panel hatin lidarxistin ..
Di çalakiyan de hat destnîşan kirin ku Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan bi bin ket ..
her wiha hat tekez kirin ku divê li hember van siyasetan têkoşîn bilintir bibe .

Dewleta Tirk tecrîda li ser Rêber Abdullah Ocalan girantir dike..

Nahêle ne parêzer û ne malbata wî pê re hevdîtinê bikin ..

Li hember vê yekê rêxistinên mafên mirovan bi taybet Komîteya li dijî Îşkencyê (CPT) bêdeng in.

Li dijî vê yekê rojane li herêmê çalakî pêk tîn ..

Di vê çarçoveyê de Meclisa Kantona Girê Spî li navçeya Eyn Îsayê civînek li dar xist.

Li vir Hevserokê Desteya Hundirîn a Kantona Kobanê Bozan Xelîl axivî ..

Bozan Xelîl destnîşan kir ku di komploya li dijî rêber Abdullah Ocalan de gelek dewletên kapîtalîst û desthilatdar cih digirin..

Divê em xwedî li destkeftiyên xwe yên nîştimanî derkevin ..

Li dêrazorê li dijî tecrîdê semînerek hat dayîn

Ciwanên Dêrazorê jî der barê Komploya Navneteweyî de semînerek li dar xist..

Di semînerê de endamê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê Elî El Ehmed komploya li dijî Rêber Ocalan şîrove kir.

El Ehmed tekez kir ku komplo berdewam e..

Divê li hember van siyasetan tê bikoşin ku şikandina vîna gelan û hêviyên wan ên azadiyê armanc dikin.”

Ciwanên Dêrazorê panelek lidarxistin

Bi heman ermancê Meclisa Ciwanan a Partiya Sûriya Pêşerojê jî panelek li Reqayê li dar xist.

Di panelê de şêwirmendê Meclisa Giştî ya Reqayê Kawa Mihemed behsa Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan kir ..

Di dawiya panelê de sînevizyonek têkildarî Komploya Navneteweyî ya li dijî rêber Abdullah Ocalan hate pêşandan.

Back to top button