“Li Sûriyê 900 kesî jiyana xwe ji dest da û birîndar bûne”

Erdheja li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê bandora wê bi awayekî xurt gihaşt Sûriyê.
Li gor wezareta Tendursistiyê ya Hikûmeta Şamê nêzî 900 kesî jiyana xwe ji dest daye û birîndar bûne.
Her wekî li bajarên Rojavayê Kurdistanê jî, heta demeke drêj erd hejiya.
Li gor çavdêriya mafê mirovan a Sûriyê heta niha 320 kesan jiyana xwe ji dest dane.

Tê gotin ev der parêzgeha Helebê ya Sûriyê ye..

Avahî bi ser hev de hatin xwarê..

Ev jî ji ber erdheja ku navenda wê Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê ye.

Li gelek bajarên Sûriyê, ziyanên mezin çêbûne..

Heta kêliya amadekirina vê nûçeyê Wezareta Tendurstiyê ya Hikûmeta Şamê ragihand ku ji ber erdhejê bêtirî 320 kesan jiyana xwe ji dest da û ji 639an bêtir jî birîndar bûne.

Li gor wezaretê, ev encam li parêzgehên Heleb, Lazqiyê, Tertûs û Hemayê ye.

Li Efrîna dagirkirî, bi taybet li navçeya Cindirêsê, gelek avahî hatin xwarê û bi dehan kes di bin kavilan de
mane.

Heyva Sor a Kurd jî eşkere kir ku li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê 4 kesan jiyana xwe ji dest da ye û 11 birîndar in, lê belê ev ne hejmara dawî ye.

Li bajarên Rojavayê Kurdistanê jî, bandora erdhejê gihşat her derê..

Li tevahiya bajarên sînorî erd heta demeke drêj hejiya..

Li bajarê Kobanê beşine ji hinek avahiyan hilweşiyan.

Her wiha, xelkê Rojavayê Kurdistanê tevahiya şeva xwe li derve û li kolanan derbas kirin.

Back to top button