Erd heji..Li 10 bajarên Bakur heta niha 284 kesan jiyana xwe ji dest dane

Li navçeya Pazarcix a bajarê Girgumê(Mereşê) ya Bakurê Kurdistan bi pileya 7,4 erdhejek çêbû.
Erd hej li gelek bajarên din ên Kurdistanê jî hate hîskirin.
Li gor agahiyên testpêkê tê gotin bi sedan mirî û birîndar hene û hînj bi hezaran kes jî dibin xaniyên hilweşiyayî de mane.
Li gorî daxuyaniya fermî, bi giştî 284 kesan jiyana xwe ji dest dan, 2 hezar û 323 kes birîndar bûn û hezar û 710 avahî jî rûxiyane .

Li Bakurê Kurdistanê danê siharê erdhejek bi hêz çêbû.

Bajarê Girgûm(Mereş) bi pileya 7.4 û bajarê Dîlokê(antep) jî bi pileya 6.5 û 6.4 hejiyan.

Erd hej li gelek bajarên din ên Kurdistanê jî hate hîskirin.

Hate ragihandin erd hej derdora saet 04.17’an de pêk hatiye.

Li gor ragihandina Tirkiyê erdhej bi kurayiya 7 kîlometre, bi pileya 7.4 navenda wî navçeya Pazarcix a Bajarê Gurgumê bûye.

Erdhejên li Girgûm(mereş) û Dîlokê bandor li Amed, Semsûr, Meletî, Riha, Êlih, Çewlig, Elezîz, Kilîs, Mêrdîn, Sêrt, Şirnex, Wan, Mûş, Bedlîs, Colemêrg, Edene, Osmaniye, Hatay û gelek bajarên din kir.

Li gorî agahiyên herî dawî:

  • Li navçeya Pazarcixê ya bajarê Girgûmê(mereş) 70 welatî jiyana xwe ji dest dane bi sedan însan di bin kavilan dene, 200 kes birîndar bûne û zêdeyî 300 avahî hilweşiyane
  • Li Rihayê 18 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 60 avahî hilweşiyan e.
  • Li Amedê 14 kesan jiyana xwe ji dest dan, 226 kes birîndar bûn û 200 avahî hilweşiyan e.
  • Li Meletî jî 47 kesan jiyana xwe ji dest dane, 550 kes birîndar bûne û 300 avahî hilweşiyane. Bi dehan kes di bin kavilan de benda rizgariyê ne.
  • Li Semsûrê 13 kesan jiyana xwe ji dest dan, 22 kes birîndar bûn û 100 avahî hilweşiyan e.
  • Li Dîlokê 80 kesan jiyana xwe ji dest dan, 600 kes birîndar bûn û 581 avahî hilweşiyan e.
  • Li Osmaniyeya jî li gor agahiyên dawî 20 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 83 avahî hilweşiyan e.
  • Li Kilîsê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan, 200 kes birîndar bûn û 50 avahî hilweşiyan e.
  • Li Edenê jî 10 kesan jiyana xwe ji dest dan, 118 kes birîndar bûn û 16 avahî hilweşiyan e.
  • Li bajarê Hatayê jî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, 7 kes birîndar bûn û 200 avahî hilweşiyan e.

Li gor agahiyê herî dawî di erd hejê de 10 bajarên Bakurê Kurdistanê de heta niha

284 kes jiyana xwe ji dest dane 2323 kes jî birîndarin. hezar û 710 avahî hilweşiyan e.

Back to top button