Çiyayê Zawiyê yê Idlibê hat topbarankirin

Agirbesta Putin-Erodgan a li herêmên bi navê ”Kêmşer” 44 roj li pey xwe hiştin.

Tevî wê jî, leşkerên hikumeta Şamê, careke din bi mûşekan Çiyayê Zawiyê yê Idlibê topbaran kir.

Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku, leşkerên hikumetê derdora Kinsefera yê, çiyayê Zawiyê yê gundewarên Idlibê, topbaran kir.

Li aliyê din jî çavdêriyê da zanîn ku duh bi şev, balafirên dewleta Tirk li ser Idlibê, geriyan.

Her wiha ji dema ragihandina agirbestê li Idlibê, bêhtirî 2 hezar û 500 maşîneyên leşkerî yên dewleta Tirk derbasî Idlibê bûne.

Çeteyên Cebhet El-Nusra jî, amadekariyên vekirina dergeheke bazirganiyê nêzî bajarê Seraqib li rojhilatê rêya M4 dike.

Back to top button